• Friday, 28 June 2024
logo

Hun dizanin ku mirov dikare di xew de jî pir tiştan fêr bibe!

Gulan Media December 6, 2016 Corane
Hun dizanin ku mirov dikare di xew de jî pir tiştan fêr bibe!
Hun dizanin ku didema xew kirinê de şiyana fêrbuna we naraweste?

Waye 5 tiştên ku hun tenê di dema xewê de dikarin bidest bixin;

Zimanekî nû fêrbun

Wek fikir bê vac were jî lê dema ku mirov xew dike dikare zimanekî fêr bibe.

Lêkolînên ku di zankoya Zûrîh û Firîbourg de hatiye kirin, derxistine holê ku di xewê de peyvên biyanî yên nû di mirov de tekûz dibin ango rûdinên.

Pispor didin diyar kirin ku di dema xewê de peyvên biyanî yen ku bi berguhkan tên guhdar kirin de jî fêrbuna ziman tê têkuz kirin.

Fêrbuna lêdana amurên mûzîkê

Ji bo ku mirov amurên mûzîkê lê bide pêwîstî bi salan û xerc kirina kardanan nîne. Ji bo pêş xistina vê hunerê hindek xew têrê dike.

Li Amerîkayê zankoya Northwestern lêkolînên ku kirin de, derxistin holê ku kesên ku bi amûrekî mûzîkê fêrî stranan dibin, wê çalakiyê di xewê de jî dûbare dikin û diyar dikin ev yek jî hêza fêrbûnê tekûz dike.

Fêrbuna agahiyên nû

Li kêleka bîranînên têkuz bun yên xewê, agahiyên nû jî dikare were fêrbun.
Agahiyên ku berî xew kirinê tên girtin, bi xewê re tê halê mayînde bunê, ango mayînde dibe.

Dev ji cigarê berdan

Di Enstitu ya weizmann a Îsraîlê de pispor dibêjin, hêza bêhn girtinê di xewê de zêde dibe û bi vê agahiyê ve li ser hin kesan hin ceribandin pêkanîne û berî xewê hin kes bi bêhna cigarê û hêkên genî ango rizî bi wan dane bêhnkirin û dema ku ew kesane ji xewê jî rabûne tevger û danûstandinên wan çavdêrî lê kirine.

Di encama ceribandinê de kesên ku cigarê bi kar tînin, ji sedî 30ê wan sibehan dev ji vexwarinê berdidin.

Bi hêz kirina bîrê

Pirsgirêkên weke nav û rû ji bîr kirin jî dîsa çareseriya wê di xewê de derbas dibe. Lêkolînên ku heya roja îro hatine kirin, asta mirovan ya ku bikaribin piştî xewê bi bîr bînin ji sedî 12 rêjeya wan zêde bun derketiye holê.

Basnews
Top