• Friday, 28 June 2024
logo

Kûpaya Cîhanî - 2 werzişkarên kurd medalyayên Zêr qazanc kirin

Gulan Media November 27, 2016 Corane
Kûpaya Cîhanî - 2 werzişkarên kurd medalyayên Zêr qazanc kirin
Di pehlewanîtiya Kûpaya Navdewletiya Elmasê ya leşcuwaniyê ku li welatê Yûnanê birêve diçe, 2 leşcuwanê kurd ên bi navên Nizar Xezalî û Serdar Ismaîl pileya yekem di wezna 85 û 90 kg de bi dest xistin û medyala ya Zêr qazanc kirin.

Îro yekşemî 27ê Mijdara 2017ê, di rikeberiyên pehlewanîtiya Kûpaya Navdewletiya Elmasê ya Leşcuwaniyê de, werzişkarê kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Nizar Xezalî di wezna 85 kg de beşdar bû û piştî rikeberiyeke tund li gel 5 werzşkarên din karî pileya yekem bi dest xwe ve bihîne û medalya ya Zêr qazanc bike.


Herwiha di heman pehlevanîtiyê de, werzişkarekî din ê kurd ê bi navê Serdar Ismaîl ku ew jî ji Başûrê Kurdistanê ye, di wezna 90 kg de beşdar bû û serkevtin tomar kir.

Serdar Ismaîl karî di wezana 90 kg de pileya yekem bi dest bixe û medalya ya Zêr di wezna xwe de misoger bike.

Bi vî awayî îro 2 werzişkarên leşcuwaniyê yên kurd karîn di çarçoveya Kûpaya Elmasê ya leşcuwnaiyê de serkevtinên mezin tomar bikin.

Rudaw
Top