• Friday, 28 June 2024
logo

Zavayê kurdan bûye hêviya Swêdê

Gulan Media November 17, 2016 Corane
Zavayê kurdan bûye hêviya Swêdê
Emil Peter Forsberg navê wê lîstikvanê time neteweyî yê Swêdê ye ku ligel keça kurd Şengê Birhan zewiciye, niha di lîstokên vavartina kûpa cîhanê ya 2018ê de, bûye hêviya swêdiyan.

Emil Peter Forsberg ku di nava swêdiyan de weke Îbrahîmovîçê nû tê binavkirin, di lîstokên vavartina Kupa Cîhanê ya 2018ê ya Rûsyayê de jî astekî bilind pêşkeş dike.

Forsgberg di lîstika di navbera Swêd û Fransayê de jî weke jimare 10 lîst û alîgirên tîma neteweyî mendehûş kir. Di dema lîstokê de bi lêdana rastarast golek ciwan jî tomar kir û selimand ku dikare cihê Îbrahîmovîç dagre.

Di koma xwe de niha Wsêd bi 7 xalan li pişt Fransa ye û hêviya wan heye ku beşdarî kupa cîhanê bibin.

Emil Forsberg roja 15ê Tîrmehê ligel lîstikvana kurd Şengê Birhan Husên zewicîbû di dawetê de zavayê swêdî govend gêra bû. Şengê Birhan Husên keça pêşmergeyek dêrîn e û ji zû ve li Swêdê dijî. Şengê li Swêdê weke lîstikvanek fitbolê yê jêhatî tê naskirin û beriya niha jî di tîma neteweyî ya Swêdê de cîh girtiye.

Mamê Şengê Birhan Husên, Ferîdûn Arif ji Rûdawe re gotibû ku Şengê û Emil Forsberg ji 14 saliya xwe ve hevalên hev in û herdu jî ji futbolê hez dikin.

Bavê Şengê Birhan Husên jî lîstikvanek kevin ê tîma Silêmaniyê ye. Şengê ji sala 2009ê ve li Swêdê di tîma Sundsvalls DFF de topê dilîze û êrîşber e. lê niha ji ber seqetbûnê nikare beşdarî lîstikan bibe.

Zavayê Swêdî Forsberg jî ku weke “Îbrahîmovîçê nû” tê binavkirin, niha di tîma RB Leipzig a Almanyayê de dilîze û ev tîm rê za duwemîn de ye. Forsberg îsal di Lalîgayê de 4 gol tomar kiriye û bala tîmên mezin ên weke Lîverpol, Roma, Juventûs, Mîlan û Lyonê li ser wî ne.

rudaw
Top