• Friday, 28 June 2024
logo

Wisa bawer dike ku heskiriya wî ya mirî weke marê Kobra careke din ji dayîk buye

Gulan Media November 14, 2016 Corane
Wisa bawer dike ku heskiriya wî ya mirî weke marê Kobra careke din ji dayîk buye
Ev zilamê ku navê xwe nade diyar kirin, tîne ziman berî 5 salan piştî ku hevala wî ya keç dimre halê wî pir xerab buye. Lê piştî wî marê Kobra ku derdikeve pêşiya wî bi rengekî pir balkêş şibandiye heskiriya xwe careke din kêf xweşîyek daye jiyana wî.

Ev zilam di wê baweriyê de ye ku heskiriya wî weke marekî ango di bedena mar de carekedin hatiye cîhanê.

Ev zilamê ku naha dema xwe bi wê Kobraya ku 3 metre dirêjahiya wê ye û heskiriya xwe ya mirî ya di fikire ku di bedena mar de jiyan dike re derbaz dike, dibêje, di baweriya Bûdîzmê de mirovekî ku dimre, carek din weke ajal dikare were nava jiyanê de.

Kesekî bi navê Worranan Sarasalin wêneyên vî zilamê bi wî marê ku li kêleka golê kişandiye û bawer dike ku heskiriya wî ya miriye û hindek wêneyên wî yên din jî bi çapemeniya herêmî re parve dike. Worranan Sarasalin ku ji bajarê Kanchanaburi ya Taylandê ye, tîne ziman ku evîna rastî he ye û dibêje: ‘’ Ev zilam di wê baweriyê de ye ku hevala wî ya keç piştî çend sal şûn de weke mar ji dayîk bu ye. bi mar re dem derbaz kirin, meş û razan wî pir kêfxweş dike. Ji xizinde ya xwe dur nakeve, biçe kûderê jî li gel xwe dibe heta birazê jî li gel xwe dirazîne. Lê bes bi salane ku ev mar dibe ku ziyanê jî bide wî. Her çend em wî di mijara hereşe buna mar de hişyar dikin jî, lê ew vê nêzîkatiya xwe her berdewam dike.’’

Basnews
Top