Xelata ‘Rizgarkirina Cihûyan’ didin keça kurda feylî
Xelata Raoul Wallenberg yek jî xelata pir bûha ya welatê Swêdê ye. Ew karê ku Tînayê ji bo rizgarkirina bi hezaran koçberan kiriye, di nêrîna swêdiyan de ji karê Raoul Wallenberg kêmtir nîne ku di dema şerê cîhanê yê duyemîn de ji bo rizgarkirina bi hezaran cihûyan kiriye.
Xelata Raoul Wallenberg ku biryare îsal bidin keça kurda feylî Tîna Mûrad Kurdî, li ba swêdiyan û gelek navendên cîhanî xelateke pir giring e. Raoul Wallenberg ew dîplomatkarê swêdî bû ku di demên dawîn ên karê xwe de, li Hungaryayê 12 heza cihû ji destê Naziyên Almanyayê rizgarkir û xwe kir qurbanî.
Tîna Mûrad, ku ji ber rejîma dîktatorê berî yê Iraqê Saddam Husên reviye, li Swêdê ji bo bi hezaran penaber bibin xwedan mafê penaberiyê, kar kiriye. Niha jî hemû penaberên nû, Tîna Kurdî nas dikin.
Peyamnêrê Rûdawê di dawiya sala 2015ê de Tîna Kurdî dîtibû û karên wî şopandibû. Tîna di nava koçberan de, li ser sînoran û nav metroyan digeriya û li dezgehên fermî karê yasayî yê penaberan dikir.
Karên xwebexşî yên Tînayê berdewam bûn. Ji ber vê yekê, di nava çalakvanên swêdî de hêjaya vê xelata giranbuha hate dîtin.
Tîna Mûrad kurda feylî ye û li Bexdayê jidayik bûye. Piştî ku bi dehan kes ji malbata wê ji aliyê rejîma Baas ve hatine girtin û kuştin, koçê Swêdê bûye.
Dema Tîna weke hêjaya vê xelatê hate dîtin, rexne li yasayên nû yên Swêdê girt û got: “Ev yasa pêşiya tevlîbûna penaberan a nav civaka Swêdê digre. Ev yasa pêşiya karê xwebexşan dibin asteng û dengê me lawaz dike. Li dijî prensîbên cîhanî û peymanan mafên mirovan e.” Ji ber van gotinan berpirsên Swêdê soz dank u yasayan li ber çavan re derbas bikin.
Tîna di rêsitina “Penaber bi xêr hatine Stokholmê” (Refugees Welcome Stockholm) de kar dike.
Derbarê karên xwe de Tînayê ji Rûdwê re got: “Penaber gelek awayên zoriyan dibînin. Pirsgirêkên yasayî, îdarî, yên xizmetguzariyên taybet ên weke tendurustî, xwarin û cilûbergan hene. Em van pêwîstiyan dabîn dikin. Me rojane 400 koçber didîtin, dosyayên wan amade dikir û birê dikir.”
Pêwendiyên ligel sazî û dezgehên dewletê ku mezintirîn pirsgirêka penaberan e, mijara sereke ya karê rêxistina Tînayê ye. Vê rêxistinê gelek penaber ji dersînorkirinê rizgar kiriye.
Çalakvana mafê mirovan a swêdî Eva Johanson dibêje: “Ev kar bûn sedem ku Tîna weke hêjaya vê xelatê bê dîtin.
Eva Johanson ku li ser jenosîda cihuyan, ermenan, ruandayiyan û herwiha ya kurdan kar kiriye dibêje: “Gelek buyer hene ku neteweyan nêzîkî hev dikin. Zilm kurdekî nêzîkî cihûyan dike. Jiber vê yekê jî xelata ji bo keçeke kurd a swêdî, tiştekî rêkeftî nebû, belku dîrok û hizreke hevbeş bû.”
Johanson ku bixwe jî cihû ye û ji nêzîk ve Tînayê nas dike, diyar dike ku Tînayê ligel wê Raoul Wallenberg zindî kiriye.
Xelata Raoul Wallenberg
Raoul Wallenberg (4 Tebax 1912 – 17 Tîrmeh 1947) endazyar, karsaz û dîplomatkarê swêdî ye. Li gelek welatên Ewropa, Amerîka û Efrîqayê karê dîplomasiyê kiriye.
Di dawiya salên 1944ê li Hungaryayê dibe balyozê Swêdê li Bûdapeşteyê. Di vê sale de bi çêkirina pasaportên diplomat, jiyana zêdetirî 12 hezar cihûyan rizgar kir û nehişt ji aliyê Naziyan ve bên kuştin. Ji lewra jî di nava cihûyan de miroveke rêzdar e.
Di 17ê Çileya sala 1945ê de, bi tometa sîxûriya Amerîkayê, ji aliyê Artêşa Sor a Sovyetan ve hate girtin. Di 17ê Tîrmeha 1947ê de jî li Moskowayê di girtîgehekî KGBê de jiyana xwe jidest da.
Wallenberg ji wê demê heta niha hêjayê gelek xelatên dilpakiyê hate dîtin. Di sala 1981ê de Komîteya Dewletên Yekgirtî yê Wallenbergê hate damezrandin. Ev komîte her sal xelatê dide çalakvanên dilpak.
Amerîka, Kanada û Îsraîlê Wallenberg weke welatiyê xwe yê faxrî qebûl kirin û navê wî dane gelek tax û rêyan.
Rudaw