• Friday, 28 June 2024
logo

Tenê bi 3 amûrên malê ji diranên zerbuyî rizgar bibin

Gulan Media October 30, 2016 Corane
Tenê bi 3 amûrên malê ji diranên zerbuyî rizgar bibin
Qehwe, Cigare, hindek derman û nexwaşî jî sipîbuna diranên we dikuje.

Başe ku rizgarbuna ji diranên zerbuyî hêsane. Ji bo vê jî ew kîmyevîyên ku ziyanê didin diranê we hun dikarin jê rizgar bibin.

Ev rêbaza ku hatiye ceribandin û hema hema bi kêrî herkesekî jî hatiye, hun tenê bi sê amûrên di aşxana xwe de dikarin bibin xwedî diranên sipî.
Melzeme:
Zerdeçal
Rûnê gûza hindî
Rûnê nane yê
Yek kevçika çay zerdeçal, yek kevçika çay rûnê gûza hindî û çend dilop rune naneyê têkel bikin.

Ev têkeliyê weke mecuna dirana bikar bînin û diranê xwe firçe bikin.
Dibe ku firça we hindekî zer bibe lê xem nexun . ji bo diranekî hin sipîtir bila firçeyeke we jî qurban bibe.

Rojê çend caran diranên xwe bi vî rengî firçe bikin. Piştî demekî hunê guhertina di diranê xwe de ferq bikin.

Piştî ku hun vê rêbazê bikar bînin dibe ku di roja destpêkê de guhertin hebe jî nebe jî, lê piştî heftiyekê hunê bi vebirî ango teqez vê guhertinê bibînin.

Başe bandorên wê çine?

Zerdeçal ku wekî tê gotin ji malbata zencefîlê tê demeke dirêje li Hindîstanê bi armanca dermankirinê tê bi kar anîn.

Zerdeçala ku bandora wê ya tunekirina îltihabê jî heye, ji bo aloqan û warmandina diranan başe. Zerdeçal hem ji bo lênêhrîna diranan başe hem jî herikandina nîzama xwînê a di goştê diranan de pir girînge.

Dibe ku ji bo we bi madeyeke zer diran sipî kirin dest pêkê ecêb were. Lê ev zerbuna ku zêde di nava madeyê de heyî diranên we sipî dike û pêşî li zerbuna wê digre.

Ew asîta Laurik ya ku di nava rûnê gûza hindî de heyî ji bo tendurustiya mirov pir bi sûde .

Rûnê gûza hindî, bakteriyên ku di dev de cîh digrin tune dike û pêşî li rizandina diran û avabuna qewan ê (plak) digre.

Rûnê nane jî bandora wê ya dije bakteriyel heye. Têkeliya ku hun amade bikin wê firehî û bêhnek xweş ji we re bide ava kirin.

Di rihanê de qederek mentol peyde dibe. Ew naneya ku taybetmendiyên wê yen dije septik heyî, pêşî li îltihabê digre.

Ji bo ku hun bi rengekî berçav amade kirina vê têkeliyê fêm bikin video yê temaşe bikin.

Amade kirina wan tiştana di mal de pêk anîn hîn baştire. Şuna ku mirov mecunan bikre.

tiştên nû ceribandin de tu ziyanek nîne.

Basnews
Top