• Friday, 28 June 2024
logo

Xeyala min ew bû bibim şaciwan

Gulan Media October 29, 2016 Corane
Xeyala min ew bû bibim şaciwan
Şadî Ebdulkerîm beşa avahîsazî ya koleja endazyariyê xwendiye. Yek ji 11 berbijêrên şaciwaniya Kurdistanê ya sala 2016ê bû. Lê nebû şaciwan. Ew hez dike di karê medyayê de kar bike.

Temenê Şadî Ebdulkerîm 25 sal e û malbata wê xelkê Silêmaniyê ne. Lê ew li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Li bajarê Bokanê zanîngeh xwendiye. Îsal, piştî derçûna ji xwendinê, bi yekcarî hatiye li Silêmaniyê bicîh bûye. Di vê hevpeyvînê de Şadî behsa jiyana xwe kir.

Çend salan li Rojhilatê Kurdistanê mayî?

Malbata min di salên 90î de çûne Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Bane bicîh bûn û ez jî li wir jidayik bûm. Ji bo xilaskirina xwendina xwe dayik û bavê min jî ligel min man. Mehek beriya hilbijartinên şaciwaniyê min dibistan qedand û em bi yekcarî hatine Silêmaniyê. Lê herdu birayên min beriya me hatibûn.

Ji ber çi te xwest bibî şaciwan?

Ji bilî xwendina beşa endazyarî ya zanîngehê, yek jî daxwaza min a kevin ew bû ku bibim şaciwan. Di dema zanîngehê de jî min hez dikir bêm hilbijartin.

Di hilbijartinên şaciwaniyê de tu bûyî duwem, wate mafê te yê careke din bê hilbijartin nemaye?

Ji bo min yekemîn û duwemîn ne giring bû. Niha jî pir kêfxweş im ku min ev nasnav bidestxist. Li ba min ti ferqa duwembûnê û şaciwaniyê nîne. Ji bilî vê yekê, keçên din jî hemû şaciwan in, jiber ku dilê wan ciwan e.

Çi projeyek li pêşiya te ye?

Ez dixwazim bi hemahengiya aliyên pêwendîdar, hevkarê zarokan, jinan, jîngehparêzan û koçberan bim.





Ev karên ku tu dibêjî zehmet in, tu dikarî van karan bikî?

Rast e, zehmet in, lê di hemû aliyan de jî çi ji destê min bê dixwazim bikim û dikim jî. Eger bikarim birîneke biçûk jî bipêçim ez dê kêfxweş bibim.

Proje bi pere dibin. Niha jî krîza aborî heye. Gelo tu dê bikarî sponsoran ji bo vî karî peyda bikî?

Niha ligel wan keçên beşdarên merasîma şaciwaniyê, hewl didin sponsoran peyda bikin.

Lê keçên din nehatine hilbijartin, hûnê çawa bi hev re kar bikin.

Beriya bidawîbûna bernameyê, jiber heskirina ji hev, komek ji wan keçan me biryar da ku em bi hev re bimînin û kar bikin.

Wate eger tu karekî bikî, dê ew jî ligel te bin?

Armanca me xizmetkirine, ji kîjan wan bikare di kîjan karî de alîkariyê bide me emê kêfxweş bin. Me bi hev re malpereke bi navê misiskurdistan.com avakiriye. Di nav de kar û çalakiyên xwe belav dikin.

Pêwendiyên te ligel Jalya, Sergûl, Sara û şaciwanên din çawa ye?

Pêwendiyên me pir baş in. Çi dema alîkariyê ji min bixwazin, ez amade me.

Piştî rêwresmê keçên din ên beşdar bibûn gelek rexne li pêşbirkê kirin. Nêrîna te çi ye?

Di hemû rêwresman de kêmasî çêdibin. Pêwîst nake em dubare behsê bikin.

Şaciwana 2016ê here kêderê, gelo ma şert e ku agahiyê bide we?

Em weke duwem û sêyemînê pêşbirkê cîgira wê ne. Jiber vê divê me agahdar bike û em ligel bin.

Ji bilî şaciwaniyê, çi xewnekî te heye?

Ji bilî xwendina beşa endazyariyê, li Rojhilatê Kurdistanê min perwerdeya zarokan û hêlinxaneyan jî xwendiye. Îsal jî beriya xwendina min xilas bibe, ez rêvebera hêlîngehekê bûm. Di warê wênegiriya sirûştî de min kar kiriye. Min bawernameya rêzgirtinê wergirtiye. Jiber vê yekê dixwazin ji bo zarokan kar bikim.

Rudaw
Top