• Friday, 28 June 2024
logo

Sudên qalikê hinaran çine?

Gulan Media October 25, 2016 Corane
Sudên qalikê hinaran çine?
Li gor xebatên ku hatine meşandin tê gotin ku Hinar, taybetmendiyên dije penceşêrên weke Sîng, boriya xwarinê, çerm, Ruvîk Prostat dide nîşandan.
Qalikê hinarê xwedî taymendiyên weke asîta Ellagik antioksidan, dije Mutajen û dije penceşêre.

Asîta Ellagik ew nûnên ku dibine sedema penceşêrê ve tê girêdan û wan bi rêjeyeke pir girîng de tîne asteke bê bandor. Ango penceşêrê bê bandor dike.

Başe mirov çawa dikare qalikê hinaran binirxîne?

Li cihekî ku 40 yan jî 50 derece de divê were hişk kirin û ew qalikên ku tên surandin, divê li cihekê hênik de were hilgirtin.

Pişt re bi 2 gram qalkê hinarê xistina nava 100 ml. ava kelandî , qasî 10 xulekan jî kelandin, hema her roj weke çay bikar anîn pir başe.

Bi vî rengî di serî de penceşêr, Dil û nexwaşiya şekir jî dinav de, li hember pir nexwaşiyan xwe parastin dikare were kirin.

Bigiştî weke ku di hemû fêkiyan de heyî, di hinarê de jî cihê herî bi nirx qalikê wê ye.

Ew ava hinarê ya ku bi niyeta derman tê bikar anîn, qalikê wê yen ku piştre dimînin tu çaxan neavêjin.

Basnews
Top