Wîlayeta kurdan 'zengîna zêr' a li Tirkiyê ye
Li gorî agahiyên ku her du aliyên Saziya Venêrîn û Sererastkirina Bankdariyê û Saziya Istatîka Tirkiyê (TUIK) belav kirine, ji bo parêzgeha Erdexanê ku nifûsa wê 99 hezar û 265 kes e, di bankê de bi giştî bi qasî 35 milyon û 947 hezar lîre zêrên razandî heye.
Bi vî awayî, li Erdexanê bo serê her nifûsekê bi buhayê 362.1 lîre, zêrên razandî di bankê de heye û ew rêje li seranserî Tirkiyê rêjeya herî zêde ye. Li gorî wan zanyariyan, bo her kesekê Erdexanî, nêzîkî 3 gram zêr heye.
Li Tirkiyê rêjeya herî kêm a zêr bo serê nifûsa wê, ber bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ketiye û bo her kesî bi qasî 26.5 lîreyên Tirkiyê zêr di bankê de heye.
Ji bo nifûsa 1 milyon û 892 hezar û 230 kesî ya Rihayê, li bankê bi qasî 50 milyon û 210 hezar lîreyên Tirkiyê zêrên razandî (paşekewta zêr) heye.
Bi 36,8 lîrayê Sêrt li piştî Rihayê tê, ên şirnexiyan serê kesî/a bi nîvekî 43,9 lîra mewduatê zêr li bankê heye û di rêza 3emîn de ye. Dîlok bi 48,4 lîra mewduatê xwe yê zêr di rêza 4emîn de ye.
Bajarên Semsûr, Amed, Mêrdîn, Wan, Gumgum, Êlih, Agirî, Dêrsim û Kilîs di bankê de kêmî 100 lîrayê mewduatê wan ên zêr hene.
Ji aliyekê din ve, bajarê Dêrsimê li Tirkiyê kêmtirîn mewduatê zêr heye. Ew hejmar li Dêrsimê gihîşt 7 milyon û 373 hezar lîreyan, li Sêrtê 11 milyon û 791 hezar lîre û li Kilîsê jî 13 milyon û 771 hezar lîre ye.
Rudaw