• Friday, 28 June 2024
logo

Ji ber êşa noqbûna neynokê lingê xwe ji çokê ve jê kir

Gulan Media October 6, 2016 Corane
Ji ber êşa noqbûna neynokê lingê xwe ji çokê ve jê kir
Keça 19 salî ji ber sedema noqbûna neynokê nekarî êş û janê helgire, destpêkê neynoka xwe da rakirin, dema ku jana wê zêde bu çoka xwe da jê kirin.

Keça bi navê Hannah Moore, ji ber êşa neynokê 3 salên xwe weke cehenemê derbas dike û piştî wê ji bo jê kirina ji çokê de lingê xwe bi 5 hezar Pound parê Brîtanyayê dide jê kirin.

Li gor nûçeya Daily Mail, keça 19 salî Hannah piştî ku neynoka xwe radike, li hember êşên wê yen ku berxwe bide zehmet berdewam kiriye. Her çend tu enfeksiyon negirtiye jî, lê bi destdaneke piçûk çavê wê ji girî vala nabe.

Li gor bijîşkan keça ciwan de nexwaşiyekî pir kêm tê dîtin a sendroma êşa kompleksa cîhî heye û tiştekî herî biçûk jî dihêle xwe careke din bide derve û êş bikşîne.

Nexwaşî bu sedema pûl pûl buna lingê keça 19 salî. Piştî wê di navbera lingê wê de kunek avabu. Piştî çend salan ew derman kirina ku tu encamek bi xwe re neaniye û her çiqas bijîşkan jî pêşniyar nekiribe jî, lê Hannah dixwaze ku ji çokên wê ve lingê wê jê bikin. Her çend bijîşk dibêjin ku ew mayina şokê ya din wê bi xwe re dubare bunê bîne, lê keça ciwan şuna êşkişandinê vê rîskê dide berçav.

Hannah di vegotina xwe de dibêje ku cara yekem di jiyana xwe de biryareke herî rast daye û zêde dike: ‘’ Ez êdî kêfxweş nedibum. 3 salên min weke kabusê bu. Min rojekî di lingê xwe de xelekeke reş ferq kir. Her ku çû bu birîneke ku asta berxwedaniya wê zehmet bu. Birînên ku ji ber êşa sendroma kompleksên cihî, her roj hîn zêdetir mezin dibu. Ji lingê min de qasî pêwîst bu xwîn nedigerî çermê min jî baş nedibu.’’

Hannah a ku di ferqê deye çi biryarek girtiye. Dibêje ew lingê ku tu fonksiyona wê tune be jî, lê nebuna ji çokê ve ji bo xwe tercih dike. Keça ciwan piştî demek şoxlandina kursiya bi tekerek lingê xwe yê Protez bi dest dixe. Hannah a ku pir ji werzêşê hez dike, dixwaze sala 2020 tî de di Olempiyatên Paralimpik de Brîtanya yê temsîl bike.

Basnews
Top