• Friday, 28 June 2024
logo

Ciwanekî Romenî bi bejna xwe ya dirêj bala hemu Cîhanê dikşîne

Gulan Media September 28, 2016 Corane
Ciwanekî Romenî bi bejna xwe ya dirêj bala hemu Cîhanê dikşîne
Ciwanekî 16 salî ku xwedî bejneke 1.65 ne, Robert Bobroczky yê heman temenî, bejna xwede tam 2 metre 31 santimetre ye.

Rojê 7 dana xwarin dixwe
Li gor amarên ku heyî mirovê herî dirêj yê Ewrupayê ye. Lê belê ev mezinbuna bi aheng ew rastî pir pirsgirêkan aniye. Ji ber vê jî bi bernameyeke bihêz ve tê şopandin.

Di nava 2 salan de 14 kîlo girt.

Ciwanê Basketbolvanê ku ji siteya Amerîkî ya binavê Slam web axiviye 84 kîlo ye. Di esas de ber 2 salan hat dîtin. Sala 2014 li Roma yê bi wê dibistana Basketbolê ya Stella Azzurra ku sitêrkekî weke Andre Bargnani perwerde kiri bu re peyvname îmze kir. Wê demê Bobroczky yê 68 kilo, dinava 2 salan de 14 kîlo girt.

Bavê wî jî pir dirêje

Di sala 2014 de berî ku transferî Îtalya bibe, xast ku şansê xwe li Îspanya yê de biceribîne. Lê Barcelona, Madrid û Sevilla de şansê xwe ceriband lê bes nehat transfer kirin.

Bavê Bobroczky yê bi navê Zigmond jî berê basketbol van bu ye û xwedî bejneke 2. 17m ye


salekî basketbol neleyîst

sala derbaz buyî şuna lîstina basketbolê ji bo çareser kirina tenduristiya xwe yê bedenî xerc kir.

Berî hertiştî dendurustî
Di esas de Bobroczky dibêje ew zêde mereq nake û tendurustiya xwe hîn girigtir dibîne, weke herkesî dixweze jiyaneke asayî derbas bike.

Divê asta dirêjbuna wî bê rawastin

Ji ber vê divê dirêjbuna bejna wî ciwanê Rumen bê rawastin û pêşketina masûkeyên wî ava bibin.

Vaye rojeke jiyana Bobrozczky waha derbaz dibe

Sibê demjimêr 8 dirabe taştê dixwe. Piştî wê 300 gram makarna, 8 tozî û hêkekî dixwe.

9.30 de xwarinên enerjik û vexwarinên xwe dixwe.
10 heya 12 dê terapi ya fizik dibîne.

12’ de dîsa xwarinên xwe yên enerjik û vexwarinê dixwe.

Demjimêr 1 kê de jî 400 gram makarna, şînkayî, goşt yan jî masiyan dixwe.

demjimêr 2’ yê de jî dest bi bêhndanê dike.

Demjimêr 2.30 de xwarinên şirîn dixwe.

Dinavbera 3 haya 5 di salonê de li ser pêşxistina masûlkeyan dişixule.

Dinavbera 5.3’ dîsa şirînayî dixwe.

Demjimêr 6’ ê de bêhna xwe vedike.

Demjimêr 8’ tê şev de 300 gram makarna, şînkayî, goşt yan jî masî û şirînî dixwe.

Şev demjimêr 9.30 de roja xwe bidavî dike û dirazê.

Dema ku Robert Bobroczky' basketbol dilîze temaşe bikin

Di vê videoyê de Bobroczky çawa basketbol dilîze, hunê bibînin.

Basnews
Top