• Friday, 28 June 2024
logo

Mirîşkeka windabûyî piştî 9 mehan vegeriya mala xwediyê xwe

Gulan Media September 14, 2016 Corane
Mirîşkeka windabûyî piştî 9 mehan vegeriya mala xwediyê xwe
Li Almanya mirîşek piştî ku 9 meh ji windabûnê û geriyana xwediyê wê li dûv wê, vegeriya mal.

Pendeke kurdî heye ku dibêje, eger kesek li pey mirîşka xwe ya windabûyî negere, li pey çêleka xwe jî nagere.

Lê li Almanya zilamekî 87 salî, ew penda kurdî bi cih anî û 9 mehan li pey mirîşka xwe ya windabûyî geriya heta ku ew dît.

Her çi qas ku mirîşk bi mala xwe ya berê û xwediyê wê jî bi dîtine wê şad e, lê niha mirîşkên din rê nadin ku ew mirîşka windabûyî li gel wan di yek koxikê de bimîne.

Mirîşka berdayî piştî 9 mehan vegriya mala xwe

Mirîşkek ku 9 meh bûn ji malê reviyabû , piştî demek dirêj ji aliyê polîs hate dîtin û bo cem xwediyê wê yê 87 salî hate vegerandin.

Dibe ku wê mirîşkê demek pir zehmet derbas kirib,e ku çend mehan di geriyanê de bûye, ew mirîşk ji bajarê Humburga Almaniya ye ku bo dema çend mehan winda bibû, lê niha cardin vegeriyaye mala xwediyê xwe.

Xwediyê mirîşkê Werner Mancher derbarê wê de dibêje: “Ew berela ye, temaşe bikin hinekê jî ji beredayên biçuk dike.”

Niha dibe vê mirîşkê di nava bajareke qerebalix a wek Humburgê de çi zehmetiyek kişandibe ?

Mancher derbarê dîtina mirîşka xwe de jî wiha diaxive: “Ev mucize ye, çê dibû niha dilê vê lê nedaba yan jî di nava beroşa kesekê de ba û hatiba xwarin.”

Lê belê ew mirîşk ne di nava qablemeyekê de bû ew di geştekê de bû yan ji çûye malekê li cadeya ( fuchsvertic) deverek ku wek rûviyan xwe tê de veşartiye.

Lê çêdibe ew mirîşik çûbe demek xweş û beredayî derbas bike û bêzar bûye ku her rojan hêkan bike.

Xwediyê mirîşkê dide xuyakirin, ku vê merîşkê ciheke baş heye ku têde bigere û azad be lê bêguman ew cih ne besî wê bûye.

Piştî 9 mehan tenê 200 metreyan dûrî malê, mamostayê rewzeyekê telefona polîs kir û raporek li ser wê mirîşka qaçax da.

Efserê polîs Timo Zill behsa çawaniya dîtina wê mirîşka beredayî dike û dibêje: “Me daxwaz ji cîranan kirbû di wê operasiyonê de bi tektîkên cuda alîkariya me bikin bo dîtina wê mirîşkê.”

Di dawiyê de bi alîkariya cîranan polîs karî vê mirîşkê bibîne û operasiyoneke serkeftî birêve bibe

Werner Mahncke jî amaje bi hatina polîs bo derê mala xwe dike û hestê xwe wiha tîne ziman: “Destpêkê dema ku min polîs li ber derê mala xwe dît ez tirsiyam lê piştre ez kêfxweş bûm ku mirîşka min dîtin û vegerandin malê.”

Lê niha pirsgrêkek din derketiye divê operasiyoneke din jî bê encamdan, lê vê carê pêwîstî bi alîkariya pisporên civakî heye, ku bikarin wê mirîşkê tevlî mirîşkên din bikin, ji ber ku ew mirîşkên di kolankê de rê nadin ku ew mirîşka berela ligel wan bimîne û wê qebul nakin.

Xwediyê mirîşkê, Werner Mahncke li ser wê yekê ragihand: “Niha ev mirîşk wek biyaniyekê tê hejmarkirin û wê yekê jî metirsî heye û çê dibe ku bibe qurbanî, ji ber wê yekê divê em hewl bidin wê tevlî mirîşkên din bikin.”

Di dawiyê de kes nizane di dema wan 9 mehan de di dema geştê de çi bi ser wê mirîşkê re derbas bûye û ew yek jî dê wek nihêniyekê di jiayan wê mirîşkê de bimîne

Rudaw
Top