• Friday, 28 June 2024
logo

Zarok di ling yan jî di piyê wan de nabe bê maç kirin!

Gulan Media September 6, 2016 Corane
Zarok di ling yan jî di piyê wan de nabe bê maç kirin!
Pir kes ji bo ku ziyanê nedin bedena zarokan ya hesas, di lingên wan de maç kirinê çêtir dibînin. Lê di lingê zarokande maç kirin dikare metirsiyê ji bo wan bide ava kirin.


Li gor pisporên zarok û derûn nasên zarokan waye ziyan ango zererên ku di maç kirina lingê zarokan de dide ava kirin

Zarokan di enî yan jî di lamê wan de maç bikin

Na be ku lingê zarokan bê maçî kirin. Lewma zarokên ku di lingan de têne maçî kirin, hestên zêde bi nirxbûnê di wan de ava dibe û ji ber wê jî hesûd dibin.. Zarokên bi vî rengî, dema ku dayîk û bavên wana berê xwe didin xwûşk û birayên wî ye din nerehet dibin.

Zarok di situyê xwe de nabe bê maçî kirin. Ev di zarok de hesasyeteke mezin çêdike.

Zarok di lêvan de nabe bê maçî kirin. Ev ne hijyenike. Di enfeksiyon girtina bi reka nefes û dev de rola lêvan ya di maçî kirinê de heya bêje di asteke bilnde ye.

Cihê herî rast ya ku mirov bikaribe zarok maçî bike, enî û lame. Di eniyê de zarok maçî kirin, di asta ruhî de ji bo zarok baş tê. Bi hesten paqij, mehsum û durustbunê re wêrekiyê dide ava kirin.

Ya din zarok dikare di laman de bê maçî kirin. Dema ku zarok tê maçî kirin nabe serê wî-wê bigrin. Eger maç kirina berdewam di zarok de hestekî ku kesên din pê kêfxweş dibin çêbike, ev rewş wê pêş xistina kesayetiya wî de astengî bide ava kirin. Nabe maçî kirin û dana maç kirina zarok bi armaca ku yen din kêfxweş bibin weke amur bê bikar anîn.

Herwaha nabe zarok ji organên wan ên cinsî ve bên maçîkirin, ji ber hestên mahremiyê û ji tiştên xirap ango tacîzê ji bo bikare xwe biparêze nabe ew tişta bê kirin.

Basnews
Top