• Friday, 28 June 2024
logo

Îsotên sor jehrê dikujin

Gulan Media August 20, 2016 Corane
Îsotên sor jehrê dikujin
Îsotên sor, yek ji pêkhateyên herî gring ên di nava xwarnê de ne.

Li Bakurî Kurdistanê îsotên sor bi başî tên berhemanîn, bi awayekî ku têrî bazarên Tirkiyê dike û bo wlatên din jî tê şandin.

Bi nerîna pzîşkan, xwarina îsotên sor dibe sedema jinavbirina madeyên jehrî di laşê mirovan de.

Îsotên sor yek ji wan sebzeyan e ku hem bi tenê xwe tê xwarin û hem jî di nava xwarinên din de gelek tê bikar anîn.

Îsot yek ji berhemên sereke yên çandiyê li deverên cuda yên Kurdistanê ye.

Li bajarê Dîlokê (Entabê) yê Bakurê Kurdistanê jî komkirina berhemên îsotên sor destipêkirye.

Li navçeya Îslahiyeyê 20 hezar donmin erd bi îsotên sor hatine çandin û tê payîn ku 15 hezar ton berhemên wê bikevin bazaran de.

Dîlok ji bajarên sereke yê berhem anîna îsotên sor tê hejmartin û ji bilî dabînkirina pêdiviyên navixweyî yên Tirkyê, ji bo Almanya, Holanda, Avûstûrya û çendîn welatên din tê henardekirin.

Herweha li bajarê Dîlokê 10 kargehên taybet bi bikar anîna îsotên sor hene.

Serokê Odeya Çandinî ya Îslahyeyê Muhammed Kose daxuyakirin ku her sal di dema çandin û heya komkirina berhemên îsotê sor de derfeta kar didin 4 hezar kesan.

Muhammed Kose dibêje, “Li Dîlokê xak û hewayek baş heye bo berhemanîna îsotên sor û eger karê baş bê kirin û bingehek baş bo bê danîn, Tirkiyê dikare pêwîstiyên bazarên navxwe û yên derve jî bi tevahî dabîn bike û bibe yek ji navendên berhemanîna îsotên sor di cihanê de."

Îsotên sor bi şîwazên kelyayî , hişikkirî, wek tam ji bo xwarnan tê bikar anîn. Herwiha avka wan jî weke ya bacanan tê amade kirin.

Xwarna îsotên sor dibe sedema ji navbirina madeyên bi ziyan ên kîmyawî di nava laşê mirov de.

Herwiha ji ber hebûna rêjeyek baş ji vîtamîn C dibe sedema bihêzbûna laşê mirov.

Rudaw
Top