• Friday, 28 June 2024
logo

Mijûliya nû ya ciwanên Başûrê Kurdistanê; Pokemon go

Gulan Media August 8, 2016 Corane
Mijûliya nû ya ciwanên Başûrê Kurdistanê; Pokemon go
Lîstoka elektronîkî Pokemon go, di demek kurt de li Başûrê Kurdistanê bû lîstoka sereke ya ciwanan.

Pokemîn go ev çend meheke ku di telefonên zîrek de bûye lîstik û li seranserê cîhanê de ji hemû lîstikên din zêdetir tê bikaranîn.

Hinek ciwanên Başûrê Kurdistanê jî dibêjin, ev lîstik bûye parçeyek giring ê jiyana rojane.

Hemwelatiyek diyar dike ku di tevahî jiyana xwe de ti caran ser hev kîlometreyek nemeşiyaye, lê ji bo peydakirina Pokemonê, 2 km meşiyaye.

Lîstoka Pokemon di destpêka meha Tîrmehê de hate belavkirin. Di mehekê de li seranserê cîhanê bi milyonan bikarhênerên wê hene.

Lîstok bi hêsanî li ser telefonên zîrek tê barkirin. Pokemon navê film kartonek Japoniye ku karakterê sereke yê filmê û hevalên wî li gel pokemona xwe, li pey pokemonan digere.

Rudaw
Top