• Friday, 28 June 2024
logo

Îran – Sê kurd tevlî tîma millî ya çiyavaniya Îranê bûn

Gulan Media August 2, 2016 Corane
Îran – Sê kurd tevlî tîma millî ya çiyavaniya Îranê bûn
Sê çiyavanên kurd ên Kurdistana Rojhilat tevlî tîma millî ya çiyavaniya Îranê bûn.

Federasiyona Çiyavaniyê ya Îranê sê çiyavanên kurd vexwend dewreya çiyavaniyê ya tîma millî ya çiyavaniya Îranê.

Li gorî agahiyan, ew her sê çiyavan xelkê bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat in û navên wan jî ev in: Mihemed Hebîbî, Salar Sibhanî û Rûzbê Bextiyarpenah.

Dewreya tîma millî ya çiyavaniya Îranê, pêr dest pê kiriye û dê mehekê bidome.

Hat gotin ku tîma millî ya çiyavaniya Îranê xwe ji bo zincîreçiyayên Hîmalaya-Êvêrêst amade dike.

Basnews
Top