• Friday, 28 June 2024
logo

Li Hewlêrê keçek cotkar

Li Hewlêrê keçek cotkar
Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê keça bi navê Jale Behcet piştî ku bavê wê koça dawî kir, bi kare cotkariyê debara malbata xwe dike.

Beriya çend salan bavê Jale Behcet ji ber nexweşiya penceşêrê canê xwe ji dest dide û di 18 saliya wê de jî dayîka wê xwînariya mejîyê derbas dike û neçar dibe ku serperiştiya malbata xwe bike.

Jale Behcet ji Rûdawê re diyar kir ku bavê wê ji wê xwestiye ku heger bimire, ew li xwişk û birayên xwe xwedî derbikeve.

Li gundê Xazneyê Jale ji sala 2011an pê ve, li qasî 76 donimî dest bi çandina genim kir.

Jale wiha got: “Zeviya bavê min şirîk salane bi qasî 3 hezar dolarî didan kirê. Min xaniyê em tê de firtot û piştre tevahiya zeviyê kirrî.”

Ji aliyekê ve Jale li zanîngehê dixwine ji aliyekê din ve mijulî debara malbata xwe dibe. Ew wiha behda xwe dike:

“Di despêkê de min gellekî zehmetî kişandin. Di serî de mirovên me li hemberî min derketin, lê min israr kir û karê xwe domand. Ji ber ku ezmûna min nebû di sala ewil de berhemên çandiniya min nebaş bû û ticaran jî sûd ji wê yekê wergrtin û ez xapandim. Ji ber xercêm perwerdeyê ez mecbûrbûm ku bi bihayekî erzan berhamanîna bifiroşim.

Jale da zanîn ku ew piştî demekê ferî çandiniyê bûye û piştre bixwe genim çandiye û bi qaliteyekî baş jî.

Cotkara Hewlêrî anî ziman ku ew dixwaze Hikûmata Kurdistanê piştevaniya wê bike da ku ew jî kare xwe berfirehtir bike û wiha pê de çû:

“Min par 21 ton genim da wan, lê hêj pereyên min nedane. Îsal jî hikûmeta hinek astengî derxist. Ez mecbûrbûm ku genimê mayî, bi bihayê alif ji dest derbixim.”

Jale bixwe ji beşa biolojiyê derçûye û niha biryarekî xwe li Hindistanê dide xwendin ku diçe beşa bijîşkî.

Rudaw
Top