Li Kurdistanê bereketa pîvazan
Nadir İzet cotkarekî ji bajarê Duhokê ye. Beriya 6 salan wî tenê patat (kartol) diçandin. Lê, wî di dîmenekê Youtobeyê de şêweyê serdemane yê çandina pîvazan dît û dest bi çandina pîvazan kir. Niha dema ku Wezareta Çandinî yê Herêma Kurdistanê behsa pîvazan dike, nave pîvazên Nadir İzet weke nimûne tê dayîn.
İzet îsal li ser 100 donim erdê xwe pîvaz çandine û li hêviyê ye ku 600 ton pîvaz berhem bîne. Wî beriya 6 salan, bi 10 doniman destpê kir û encamekê baş girt. Paşî her ku çû, berhemê xwe zêdetir kir. Niha jî sale du werzan pîvazên wî berhem didin.
Li seranserê cîhanê, piştî bacan, kartol û xiyaran, herî zêde pîvaz tê bikaranîn. Li gor amarên Wezareta Çandinî û Berhemên Avê yê Herêma Kurdistanê, her sal daxwaza cotkaran a jib o çandina pîvazan zêde dibe. Beriya 4 salan 82 hezar 277 ton pîvaz hatibû berhemanîn. Lê îsal 121 hezar û 930 ton hatiye berhevkirin. Wate ji sedî 40ê pêwîstiya Herêma Kurdistanê ya pêvazan ji aliyê cotkaran ve tê pêşwazîkirin.
Ji bo 89 cotkaran proje
Di sala 2014ê de, ji bo cotkar zêdetir pîvazan biçînin, Wezareta Çandiniyê ji bo 89 cotkaran projeyên cûda amade kir û ji sedî 75ê pêwîstiyên tov, peyîn, derman û amûrên avdanê jî dabîn kir.
Li gor pisporan axa ax û avûhewaya piraniya navçeyên Kurdistanê ji bo çandina pîvazan pir guncayî ye û heger hikûmeta alîkariya cotkaran bike, di salên pêş de pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi hawirdekirina pîvazan namîne.
Rêveberê Giştî yê Bax, Bostan û Daristanên Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm jî diyar dike ku ji ber krîza darayî hinek projeyên wan ev du sal in rawestiyan e. Lê bi taybet bi alîkariya şîrket û hewldanên teybet berhemên pîvazê zêde bûye.
Heme Kerîm diyar dike ku êdî cotkar bi teknîk û şêwazên serdemane karê çandiniyê dikin, li ser cûrê pîvazan lêkolînan dikin û rêbazên çandin û berhemanîna wan pêş dixin. Lewma jî dikarin di salekê de du caran pîvazan biçînin.
Şîrketa Ard a bazirganiya berhemên çandiniyê, yek ji wan şîrketan e ku her sal bi sedan cûrê tovê fêqî û sebzeyan ji derve tine û kêlgehek (laboratuar) taybet de lêkolîn dike, paşî difiroşe cotkaran.
Berpirsê pirojeyên Şîrketa Ard endazyar Arî Celal dibêje ew her sal tovên cûda tînin û diceribînin. Paşî kîjan ji wan li gel ax û avûhewaya Kurdistanê bigunce, difiroşin cotkaran.
Çandin êdî modern e
Derbarê çandina pîvazan de Arî Celal dibêje, berî cotkaran bi şêweyên klasîk pîvaz diçandin, lewma berhemên wan kêm bû. Lê niha bi şêwazên hemdem tê çandin û berhem jî zêde dibe.
Celal diyar dike ku şîrketa wan her sal alîkarî dide cotkarên ku pîvazê diçînin. Ew dibêje ku di sala 2015ê de alîkariya çandina 1100 donim pîvazan kirine û îsal jî 1600 donim çandine.
Endazyar Arî Celal amaje bi wê yekê dike ku li gel zêdebûna çandina pîvazan, êdî pêwîstiya Herêma Kurdistanê namîne vê sebzeyê ji derve bîne û herwiha nirxê berhemên navxweyî jî kêm bibe. Weke mînak her kîloyek pîvazê berî 300 dînar bû, niha daketiye 100 dînarî.
rudaw