• Friday, 28 June 2024
logo

Li Hindîstanê Serokê KURD

Li Hindîstanê Serokê KURD
Soran Ekrem li Hindîstanê li ser civaknasiyê master dikir, bû aktor.

Soran Ekrem ku ji Başûrê Kurdistanê ye ragihand ji bo perwerdeya mastirê çûye Hindîstanê.

Ekrem wiha got: “Hevaleke min wêneyê min nîşane sînemagerên Hindî kiriye. Wan jî wêneyê min eciband û ji min xwestin ku ez di fîlmeke dramayî de rolê werbigrim. Min jî pêşniyara wan qebûl kir.”

Xwendekarê Kurd wiha domand: “Ji min re gotin tu dê rola Serokê Hindiyan bilehîzî. Rêzefîlm ji 137 beşan pêk tê. Herwiha ji bilî van min di 8 fîlman de rol standiye.”

Soran Ekrem da zanîn ku di fîlmên lehîstî de ji wan 4 temam bûne, lê hêj 4 jî qonaxa montajê de ne.

Rudaw
Top