• Friday, 28 June 2024
logo

Herêma Kurdistanê…Amadekariyên helbijardeya şaciwaniya Kurdistanê tê kirin

Herêma Kurdistanê…Amadekariyên helbijardeya şaciwaniya Kurdistanê tê kirin
Piştî dû sal li ser rêveçûna merasîma helbijartina şaciwaniya Kurdistanê, wê meha îlonê sêyemîn helbijartina şaciwaniya Kurdistanê ya sala 2016ê bê kirin.

Rêveberê bazara desteya giştî ya geştûguzara herêma Kurdistanê Sîrwan Tofîq ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi çavdêriya şarevanî, geştûguzar û desteya giştî ya Geştûguzar û kompanya ya Babîlonê roja 27.09.2016ê, ku roja geştûguzara cîhanê ye, wê helbijartina merasîma şaciwaniya Kurdistanê bê kirin, ew merasîm ji aliyê Babîlon ve hatiye rêkxistin û hikûmetê jî piştîwaniya manevî lê dike.’’

Rêveberê desteya giştî yê geştûguzarê diyar kir, ev merasîm wê bandorê li bazara geştûguzara Kurdistanê bike û dibe sedemê rakêşana geştyar û zêdetir nasandina Kurdistanê û got: ‘’Ev merasîm îsal sal cudatir dibe. Ji ber keçên her çar parçên Kurdistanê beşdar dibin. Merc tenê kurd bûne. Ji bo başûr jî merc Kurdistanî bûn e.’’

Ji aliyê din ve gotûbêjê kompanyaya Babîlon Ebdulxefar Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Meha îlona li pêş me, bi merasîmekê şaciwana Kurdistanê wê bê helbijartin û merasîmê wê Babîlon birêve bibe.’’

Li dû salên borî de ji ber şer helbijartina şaciwana Kurdistanê nehate kirin û Ebdulxefûr Ebdula jî sedemê vê wek şer û avabûna karesatan ve girêdide û birîna budceya hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve, daketine nirxê neftê li gel xwe krîzekî giran a darayî anî û hîn jî berdewam dike.

Ji salên borî cudatir keçên her çar parçê Kurdistanê dikarin beşdarî helbijartina şaciwanaiya Kurdistanê bibin û biryare piştî cejna remezanê dest bi nav nivîsandinê bê kirin.

Yekem car sala 2012ê de Şînê Ezîz Ako wek yekemîn şaciwana Kurdistanê hate helbijartin. Sala 2013ê de jî Fênik Mihemed wek dûyem şaciwana Kurdistanê hate helbijartin û îsal jî wê sêyemîn car şaciwaniya Kurdistanê bê helbijartin.


Basnews
Top