• Friday, 28 June 2024
logo

Facebook : Em wêne û navên ti kesan eşkere nakin

Facebook : Em wêne û navên ti kesan eşkere nakin
Ev demek e li ser torên civakî behsa wê yekê tê kirin ku Facebook name, wêne û parvekirinên taybet ên bikarhênerên xwe eşkere dike.

Xwedan û endamê tîma tora civakî ya Facebookê Jonas Wilhelm bi rêya Rûdawê ragihand ku ew karê eşkerekirina name, wêne û parvekirinên taybet ên bikarhênerên xwe nakin.

Wilhelm diyar kir ku nameyên bi vî awayî spam in û ti rastiyek wan nîne.

Li ser torên Facebookê bi zimanê Îngîlîzî û Kurdî parvekirinek giştî heye ku dibêje; “Heta sibe şîrketa Facebookê hemû name û fotoyên we yên hatine jêbirin jî eşkere dike. Heger we navê ev yek bibe, vê parvekirina me parve bike.”

Ev îdîa bûye sedema tirs û gumana hindek bikahênerên Facebookê û lewma ji aliyê wan ve jî tê parvekirin.

Hêjayê gotinê ye ku Tora Medyaya Rûdawê karê hevbeş li gel Tora Civakî ya Faceebookê dike.

Rudaw
Top