• Friday, 28 June 2024
logo

Boksorê Kurd dibe zavayê Almanan

Boksorê Kurd dibe zavayê Almanan
Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ku li bajarê Hambûrg a Almanyayê dijî, bû destgirtiyê keça dewlemendê Alman Michael Otto, Janina Ottoyê.

Derbarê mijarê de boksorê Kurd Îsmaîl Ozen bo Rûdawê axivî û got ku ev salek e ew û Janina Otto xoştiviyê hev in û îsal jî wê daweta xwe bikin.

Demek beriya niha mezintirîn dezgeha medyayî ya Almanî Bild ragihandibû ku bavê Janinayê ku di heman demi de xwedanê markaya Otto Versand e, naxwaze keça wî vê dawetê bike. Bi vê pêngava destgîrtiyê rastiya van agahiyan jî nema.

Meha borî di pêşbirka boksê ya nav parzemînan de Îsmaîl Ozen li hember hevrikjê xwe bi serketibû û diyar kiribû ku ew ê dahata vê pêşbirkê bişîne ji malbatên Cizîrê, Sûrê û Geverê re.

Ozen gotibû: “Tenê lepikên min 167 hezar euroyê hatin firotin. Me jî dahata vê lîstikê ji malbatên Cizîr, Sûr û Geverê re şand.”

Piştî pêşbirkê derbarê Îsmaîl Ozen de bi hênceta propagandaya terorê kiriye, doz hatibû vekirin. Ozen diyar kir ku ji ber vê rewşê niha nikare here Tirkiyê lê wê demê pêş here.

Rudaw
Top