• Friday, 28 June 2024
logo

Ala Kurdistanê di pêşbirka navdar a cîhanî de

Ala Kurdistanê di pêşbirka navdar a cîhanî de
Di navdartirîn pêşbirka bisîklêtsuwariyê li welatê Swêdê de, Ala Kurdistanê hat bilindkirin.

Hevwelatiyekî Başûrê Kurdistanê beşdarî di navdartirîn pêşbirka bisîklêtsuwariyê ya li welatê Swêdê de kir û di pêşbirkê de Ala Kurdistanê bilind kir.

Hevwelatiyê Başûrê Kurdistanê yê bi navê Diyar Ecmaya ku rûniştwanê Taxa Enkawe ya bajarê Hewlêrê ye, bi Ala Kurdistanê beşdarî di pêbirka navdar a Vatternrudan de kir.

Di vê pêşbirkê de hezaran kes ji nav Swêdê û li derveyî wî welatî beşdarî di pêşbirkê de kirin û 300 kîlometr bisîklet ajotin.

Pêşbirka Vatternrudan yek ji pêşbirkên navdar û bo karê xêrxwaziyê yên cîhanê ye û ji sala 1966an ve her sal tê birêvebirin.

Li gorî zanyariyan, her sal dedora 20 hezar kes di vê pêşbirka bisîklêtan de beşdar dibin.

Ecmaya derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê di vê pêşbirkê de ji Rûdawê re ragihand, wî xwast bi vî karî xwe bala xelkê cîhanê û beşdarbûyên pêşbirkê bo Ala Kurdistanê bikişîne, da ku hinekî dîrokê Kurdistanê bi wan bide naskirin.

Rudaw
Top