• Friday, 28 June 2024
logo

Şacuwana Rojhilata Navîn dixwaze li Kurdistanê bijî

Şacuwana Rojhilata Navîn dixwaze li Kurdistanê bijî
Şacuwana Rojhilata Navîn û modela Lubnanî, Natalî Ferec ragihand, dixwaze li Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê bijî.

Şacuwana Rojhilata Navîn Natalî Ferec ku modeleke navdar a Lubnanê ye, heza xwe bo derbaskirina jiyana xwe li Kurdistanê ragihand.

Natalî Ferec ku pêştir bo beşdarîkirin di çend projeyan de serdana Kurdistanê kiribû, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, wê ligel rêxistineke Lubnanî-Amerîkî axivtiye û di pêşerojeke nêzîk de ew dê were Hewlêrê û bo demekê li Hewlêêr bijî.

Wê modela Lunanî got: “Rrêxistina Lubnanî û Amerîkî pir dixwazin bi rêya min û çend kesatiyên din alîkariyan bigihînin aware û koçberên ku li Herêma Kurdistanê ne. Ew proje jî di demek nêzîk de were cîbicîkirin.”

Rudaw
Top