• Friday, 28 June 2024
logo

Keçek kurd namzeda Şahciwana Cîhanê ye

Keçek kurd namzeda Şahciwana Cîhanê ye
Keça kurd Nîna Murad, ku xwe ji pêşbirka şahciwaniya cîhanê re amade dike, dibêje, ezê bi kincên kurdî nimayişa xwe bikim û Kurdistanê serfiraz bikim.

Roja 8ê Tîrmeha îsal, pêşbirka “Şahciwana Cîhanê” li Ustraliya tê lidarxistin. 22 keçên bedew li seranserî cîhanê dê ji bo şahciwaniya cîhanê hevrikiyê bikin. Di nav wan de keçek kurd jî heye bi navê Nîna Murad.

Nîna, ku li bajarê Ranya yê Başûr ji dayîk bûye û niha bi malbata xwe re li Ustraliya dijî, li ser pêşbirka şahciwaniya cîhanê ji BasNewsê re axivî û got, min heta niha çend qonax û mercên pêşbirkê bi serkeftî derbas kiriye. Ez hêvîdar im bikaribim vê carê jî Kurdistanê serfiraz bikim.

Nîna diyar kir ku ewê bi kincên kurdî û bi navê Kurdistanê tevlî pêşbirkê bibe.

Namzeda şahciwaniya cîhanê li ser nûçeyên ku dibêjin Nînayê cerrahiya estetîkê kiriye jî got, min qet neştergeriya bedewiyê nekiriye û ez nakim jî. Jixwe ez zêde ji makyajê jî hez nakim.

Nîna Murad, sala 1995ê li Ranya ji dayîk bûye, zanko xilas kiriye û li Ustraliya dijî.

Hûn dikarin li ser vê lînkê dengê xwe bidin Nînayê û piştgiriya wê bikin:
http://www.pageantoftheworld.com/candidate/miss-nena-murad-2/

Basnews
Top