• Friday, 28 June 2024
logo

Hunê çawa di heyva Remezanê da têhnî nebin?

Hunê çawa di heyva Remezanê da têhnî nebin?
Pêranîya xelkê dikarin tehemûla birçîbûnê bikin lê ya têhnê nikarin. Ev jî normale ji ber ku nêzîkî heftê ji sedê ji pêkhata cestê her mirovekî ji avê pêk hatîye û hîç erk û karekê leşî, bê avê nayê encamdan. her ji derkirina kerestên zêde ji laşê mirov, heta veguhestina kerestên pêdvî bo hemî leşî, bi rêka ava di nav leşî da tê encamdan. Lewma geleg ji rujîgiran bi taybet di havînan û li wan deverên germ her ji serê sibê rastî serêş û xavîyê dibin.

Ji Bo zêdetir bergirîya têhnê bikin, van rênmayan bikar bînin:

Gelek wesa hizir dikin, vexarina çayê piştî paşîvê başe û dê rê li têhnatîyê bigirw, lê ev bawerîyeka şaşe, baştire ça bi taybetî çaya reş û qehwe piştî paşîvê neyên vexwarin, çunkî vexwarina wan karîgerîyê li ser kilya dike ku bileztir avê ji leşî xalî bike.

Li demê fitarê li şuna zilabya û bamya, qesb û xurme bên xwarin, gelek keskatî( Tivir,Kerefs, Medenus, Bacan, Xîyar) bêne xwarin.

Di navbera fitarê heta paşîvê, hewl bê dan bo vexwarina şes heta heşt, perdaxên avê, şerbet û çay û vexwarnên din.

Li demê paşîvê Şitî , Kundur yan Mişmiş û Xox bên xwarin, çunkî sereraya mifayê wan bo bergirîkirinê ji têhnê, dê we ji êşa mîdê jî parêzin.

War.tv
Top