• Friday, 22 November 2024
logo

Bazara zebeşê Kurdistanê geş dibe

Bazara zebeşê Kurdistanê geş dibe
Cotkarên Başûrê Kurdistanê dev ji awayên berê yên çandinê berdidin û şêweyên nû wekî "jêrsî" û "dilopandin” da ku hilberîna xwe zêde bikin.

Sîstema jêrsî ew e ku zebeş li jêr siya pelê nebatên din an siya serayê de bêne çandin. Ya dilopandinê, bi avdana çîlk çîlk e.

Li gorî danayên Wezareta Çandinê û Serçaveyên Avê ya Herêma Kurdistanê di şeş salên dawîn de hilberîna zebeşan ji 22 tonî gihîştiye 50 tonî.

Cotkarekî ji bajarê Hewlêrê, Mistefa Mihemed Silêman ku heşt sal e zebeş diçîne dibêje: "Berhêmê bi şêweyê jêrsî û dilopandinê gelekî baştir ji çandina servekirî û bêav."

Silêman ku endezyarê çandiniyê ye piştî çandina zebeşan li axa çend deverên hawîrdora parêzgeha Hewlêrê diceribîne aşkera dike Deşta Şemamkî baştirîn berhem daye, loma biryar daye cotkariya xwe li wir bike.

Silêmanê cotyar îsal zebeş li 180 donim zevî yê navbera gundên Girdezeban û Sîrawe çandiye. Li her donimê 2 hezar 200 lem danîne. Ew hêvî dike 2 hezar 500 ton zebeş hilberîne.

Silêman got: "Dema zebeşên me digihin, bazara Hewlêrê têra firotina me nake, loma em ji sedî 80yê hilberîna xwe difiroşine Iraqê."

Danayên Wezareta Çandiniyê nîşan didin ku ji 50 hezar ton zebeşî, 21 hezar ton tenê li Silêmaniyê tê hilberîn.

Rêvebirê Baxdariya Silêmaniyê, Rizgar Mihemedaxa diyar dike ku li parêzgeha Silêmaniyê herî zêde li navçeyên Pêncwên, Helebce, Seyidsadiq, Derbendîxan û derdora Çemê Sîrwan zebeş tê çandin.

Bi armanca parastina hilberîna navxweyî, Herêma Kurdistanê 250 dînar (0.21 dolarê Amerîkî) baca gumrukê danî ser zebeşên ji welatên cîran têne kirîn.

Rudaw
Top