• Saturday, 23 November 2024
logo

3 Kurd diçin Kûpaya Cîhanî ya 2018ê

3 Kurd diçin Kûpaya Cîhanî ya 2018ê
Rahênerê tîma Iraqê Razî Şinşil pêkhatyea tîma xwe bo pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya sala 2018ê aşkera kir û 3 lîstikvanên Kurd jî bo tîma Iraqê hatine vexwandin.

Tîma fotbolê ya Iraqê xwe ji pêşbirkên Kûpaya Cîhanî re amade dike. Îro yekşemî 5ê Hezîranê, rahênerê tîma Iraqê Razî Şinşil pêkhateya tîmê aşkere kir.

Tîma Iraqê bo pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ji 28 lîstikvanan pêk tê, ku 3 ji wan Kurd in.

Li gorî zanyariyan, her yek ji Beyar Ebûbekir ji tîma Dihokê, Mîran Xesro û Dilêr Hatem ji tîma Hewlêrê bo tîma Iraqê hatine vexwandin.

Tîma Iraqê bo amadekariyên pêşbirkên Kûpaya Cîhanî dê di çend rojên dahatî de kampeke rahênanê li bajarê Hewlêrê veke û dest bi rahênanên xwe bike.

Rudaw
Top