• Friday, 22 November 2024
logo

Tîmê Kurdistanê çû Kupaya Cîhanî

Tîmê Kurdistanê çû Kupaya Cîhanî
Tîmê neteweyî yê Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya "Kupaya Cîhanî ya Konfederasyona Rêxistinên Serbixwe yên Futbolê," (CONIFA) îro bi firokeyeke taybet ji Hewlerê çû bajarê Suxomî yê payyextê welatê Abxazya.

CONIFA, konfederasyona futbolê ya gelên bêdewlet, dewletên nenaskirî, kêmnetewe û welatên biçûk e.

Peyamnêrê Rûdawê ku li firokexaneyê bi leystikvanên re bû got madê şandeya ku ji 40 kesî pêk tê gelekî baş e. Rahênerê tîmî, Xesrew Gurunî ev mehek e tîmê ji Kupaya CONIFA re amade dike.

Tîmê Başûrê Kurdistanê tevlî Szeklerland û Koreyîyên Japonyayê di koma B de ye.

Ev yekem car e Başûrê Kurdistanê beşdarî turnûvayeke CONIFAyê dibe.

Sala 2012ê Kurdistanê di VIVA World Cupê de bi têkbirina Bakurê Qibrisê bûbû şampiyonê cîhanê.

Kupaya CONIFA 29 mehê bi maça Abxazya û Giravên Chagos ên Koma A destpê dike. Di çar koman de 12 tîm dê beşdarî li turnûvayê bikin û fînal jî 5ê Hezîranê ye.

Komên CONIFA 2016:

Koma A:
Abxazya
Giravên Chagos
Ermenistana Rojava

Koma B:
Kurdistan
Szeklerland
Koreyîyên Japonyayê

Koma C:
Bakurê Qibrisê
Padania
Raetia

Koma D:
Panjab
Sápmi
Somaliland

Rudaw
Top