• Saturday, 23 November 2024
logo

Li Everestê mirin

Li Everestê mirin
Çiyagera Awstralî dema ji serê bilindtirîn çiyayê dinyayê dihate xwarê mir.

Li gorî rojnameya Sydney Morning Herald, çiyagera 34 salî, Maria Strydom piştî çûna lûtkeya Çiyayê Everestê dest bi hatina xwarê kir û ji ber kêmasiya oksîjenê mir.

Styrdom ku derketiye serê bilindtirîn çiyayên her 7 parzemînan, li Bakurê Kurdistanê jî derketibû serê Çiyayê Agiriyê.

Roja Înê jî, çiyagerê Hollendî Eric Ary Arnold piştî giha serê Everestê mir.

Arnold û Styrdom endamên heman koma çiyageran bûn.

Di erdheja par ya Nepalê de, 18 çiyavan li kampeke nêzî Everestê miribûn.

Ji sala 1922an heya niha li Çiyayê Everestê 200 çiyargeran jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top