• Friday, 22 November 2024
logo

Muza Kurda û mifayên wê

Muza Kurda û mifayên wê
Digel hatina werzê biharê li çîyayên bilind yên Kurdistanê Muza kurdan şîn dibe û her sal xelkên li gundan û nêzîkî çîyayên Kurdistanê muza Kurdan û gelek corên din yên gîya komdikin û li bazarên Kurdistanê tên firotin.

Li hindek deverên Kurdistanê bi navê Rêvaz yan jî bi Muza Kurdan tê naskirin û gelek faydên xwe bo saxlemîya mirovan heye.

Rêvaz yan jî Muza Kurdan bo nesaxîyên şekir û zixtê û nesaxîya mîdê û herwesa nexweşîya penceşêrê bi mifaye.

Li gorî lêkolîneka li Amerîkayê li dor rêvazê hatiye kirin, têde hatîye ku rêvaz dibe rêgir bo berbelavbuna nexweşîya penceşêrê.

War.tv
Top