• Friday, 22 November 2024
logo

NASA: Germtirîn havîna 136 salên dawiyê li pêşiya me ye

NASA: Germtirîn havîna 136 salên dawiyê li pêşiya me ye
Li gora daxuyaniya NASA, ji sala 1880î û vir ve wê germtirîn havîn, havîna îsal be.

Birêvebirê Enstîtûya Karûbarên Fezayî Goddard, Gavin Schmidt di vê derbarê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, meha Nîsana îsal germaya derya û bejayiyê li gora salên berê 1,1 santigrat pile bilind bûye.

Li gora daxuyaniyê pileya germaya meha Nîsana îsal ji sala 1880î ve weke germtirîn pile hatiye tomarkirin. Li gora Schmidt beriya niha germtirîn pile di salên 2014 û 2015an de hatiye tomarkirin.

Tê gotin ku ji meha Cotmeha sala 2015an û vir ve pileya germayê zêde dibe û ji ber vê jî dibe ku sala 2016an, ji dîroka 1880î û vir ve germtirîn sal be.

Rudaw
Top