Erê mirovên hatine cemidanin di paşerojê da wê zîndî bibin?
Kovara BBC belav kirîye ku li gorî vekolînên kesên zanîstî, hêvî heye ku ew kesên di cemedxaneyanda hatine cemêdan din piştî 100 heta 200 salêndin carek din bêne zîndîkirin.
Cemidan dina mirovan bi sîstemekî binavê Vitrifikasyon di cemed xaneyan da piştî ku dilê wan tê rawestandin û berîya mirina mêşkî, ew mirov têne cemêdan din û ji alîyê yasayî ve ew kes bi mirî tên hijmartin û herwesa di paşrojê da bi rêka teknolojîyê û pêşketinên zanistî dê hewl bidin bêne zîndikirin, lê di vê derbarê da alîyên zanistî nikarin piştrast bikin ka ew kes dê di parşerojêde bişên bêne zindî kirin yan na?
Heta nihajî nedîyare ka ew kesên hatine cemdan din dê piştî cend sadsalan bikaribin bêne şîyar kirin û zindî kirin.
Aya ew kesin niha hatine cemidan din piştî çend sedsalan eger hatin zindîkirin dê rastî çi pirsan bibin? ew kes dê rastî gelek pisgirêkan bibin ku wek tê zanîn ew kesên tên cemidan din ji alîyê yasayî ve mirîne û di paşerojê de ew yek dê bibe pirsgirêk bo wan kesan? Disa ew kes di paşerojê da dê çewa digel wan mirov û civakê da bişên xwe biguncînin ku kesûkarên wan hemû mirine yan hevdu nasnakin û hizir û bir û nerînên wan dê di çi astekî debin û teknolojî û guhrînen mezin dê di paşerojêda çêbibin ku ew kesên cemdan dî dê bişên çibikin û dê çawa bijîn.
Her ji alîyekîdin ve niha xwesteka cemdandinê zêde bûye li ser astê cîhanê û niha 1250 kes çaverêyî cemdaninêne û bo wê yekê jî plan hatine dariştin bo avakirina 3 navendên din yên cemedxaneyan li welatên Avustralya û Awropa û Oregon ê.
War.t