12 hezar mêşên hingiv li ser bedena wî kom dibin
Hemwelatiyê bi navê Samî Cewher Simaqulî, ku çend sale karê mêşevaniyê dike, ji BasNewsê re ragehand, dikarê 12 hezar mêşan bixe ser bedena xwe û bê ku tu mêşek jî tu êşekî nagehîne wî.
Di derbarê karê xwe de got: ‘’Ez dikarim şahjina mêşan têxim qefesekî taybet û li ser milê xwe bigerînim. Ew şahjine li kuderê be mêşên din hemu tê ne wê derê. Ji ber vê hemû li ser milêmin û singê min kom bune.
Herwaha diyar kir: ‘’Ez ji kar fêmdikim û eziyetê li wan nakim. Lê eger mirov wan eziyet bike ew li mirov vedidin. Lê di vî karî de yek mêşê jî bi min ve ne vedaye. Şahjin bêhnekî taybet heye û ev 12 hezar mêşe jî bi vê ve girêdayîne û derdora wê kom dibin.’’
basnews