Pêstê ser û çavê jinan zor yê hesas û nazike. Li werzê zivistanê ji sermayê û havînê jî ji ber germahîyê kartêkirinê li dêَmê jinan dike û ev jî dihêle ku dêm bi weste û hişk bibe. Li werzê havînê divê jin taybet li hişkbuna dêmê hişyar be û hişkbuna dêmê dibe rêveker daku rastî gelek pirsan bibe, li despêkê divê berîya hemî tiştekî dêmê xwe bê av nehêlî û taybet li werzê havînê, divê gelek av bê vexwarin. Av dibe rêgir bo hişkbunê û vexwarina avê bo saxlemîya leşê mirovî jî gelek ya giringe. Bo ji navbirina westana seru çavan, wan maskên siruştî bikar bîne.
Glaseka soda û lîmonek û sê kekvçikên zeyta zarokan baş tê têkdan û paşê dikeve nav şuşekê da û paşê li ser çavê xwe baş bireşîne û demjimêrekê raweste û li dîv daxwazîyê her roj tê bikar anîn û ev maske westana dêmî û seru çavan ji nav dibe û dêmî zindî û geş dike.
War.tv