• Friday, 26 July 2024
logo

Li Erzîromê 10 hezar gul li welatiya hatin belavkirin

Gulan Media April 18, 2016 Corane
Li Erzîromê 10 hezar gul li welatiya hatin belavkirin
Erzîrom Bi helkefta Hefteya Pîroz a Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê, ji aliyê Şaredariya Navçeya Çadê ya Erzîrom a Bakurê Kurdistanê ve ku di destê CHPê de ye, 10 hezar gulên sor li welatiyan hatin belavkirin.

Serokê Şaredariya Çadê Arif Hikmet Kiliç jî beşdarî belavkirina gulan bû û da zanîn ku ew girîngiyeke zêde didin helkeftên wiha û şanaziyê bi dine Îslamê dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 14ê Nîsanê heta 20ê Nîsanê bi helkefta Hefteya Jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê çalakî tên kirin.


Doh jî li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê bi heman helkeftê xwarina "tirît" li 10 hezar kesan hatibû belavkirin.

Rudaw
Top