• Friday, 26 July 2024
logo

Di Cejna Avê de qezayên trafîkê: 181 mirî

Gulan Media April 16, 2016 Corane
Di Cejna Avê de qezayên trafîkê: 181 mirî
Departmana Kordînasyonê û Tendirûstiya Civakê ya Taylandê ragihand ku di Cejna Avê (Songkran) de di 11 û 13’ê Avrêlê de her sê rojên pêşî de 181 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 777 kes jî birîndar bûne.

Di nava rojekê de 750 qezayên trafîkê

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tenê duh 750 qezayên trafîkê rûdan û di qezayan de herî kêm 65 kesî jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 5 rojên dawî de bi sedema ku bi serxweşî wesayît ajotine 64 hezar kes hatine binçavkirin û hezar û 500 wesayît hatine girêdan.

Turîstekî brîtanî ji bo ku tiştek li ser tunebû û tevlî şahiya Cejna Avê ya bajarê Chiang Maiyê bû cezayê pereyan jê re birîn. Turîstê brîtanî ji bo nîvtazî digeriya ji terefê polêsê Taylandê ve hat binçavkirin. Polêsên taylandî ji bo ku turîstê brîtanî nîvtazî bû cezayê pereyan jê re birîn û paşî wî serbest berdan.

​Her wiha Serokwezîrê Taylandê Prayut Chan-oça ji bo Cejna Avê hemwelatî hişyar kiribûn û gotibû divê herkes cil û bergên munasib li xwe bike û tu kes tazî negere, yên ku munasib tevnegerin dê werin girtin.

Basnews
Top