Li Hewraman gundekî 6 hezar sal berî naha hate dîtin
![Li Hewraman gundekî 6 hezar sal berî naha hate dîtin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/7b2d47058972b69a0d9a07d42f48e64c_L.jpg )
Duh 09.04.2016 serpereştê lêkolînên cîh û warên çandî û geştî li navçeya Hewramana ser bi parêzgeha Sine Emîr Seîdmûçsî ragehand: ‘’Ew gundên ku li navçeya Hewramanê hatine dîtin dîroka wan vedigerê bo 5 hezar sal berê zayînê.’’
Di wî gundî de asewarên ji axê û amûrên ji kevir hatine çêkirin û cîh, war û awahî hatine dîtin.
Li gor gotina Seîdmûçsî heta naha cîh û warên wekî wê yên dîrokî li herêma Hewramanê nehatine dîtin. Ji ber vê ew gunde dikare gelek zanyariyên giring di derbarê awayê jiyan û çanda wê serdemê bide berdestê lêkolînvan an.
Herwaha got: ‘’Pispor di vê lîkolîna li Herêma Hewramanê de û bi taybet li derdora çemê Sîrwanê karîne gelek cîh peydabikin ku dîroka wan vedigerê bo sedsala kevir, herwaha sedsala tunc û sedsala hesin û berî îslamê.’’
Basnews