• Sunday, 30 June 2024
logo

Bi dîmenên xwe yên rût, 54 milyon dolar qezenc kir!

Bi dîmenên xwe yên rût, 54 milyon dolar qezenc kir!
Li Amerîka, peyamnêra televîzyona Fox Sportsê, Erîn Andrews ji dîmenên xwe yên rût, 54 milyon dolar qezenc kir!

Sala 2008ê, zilamekî amerîkî dîmenên peyamnêra navdar a Fox Sportsê Erîn Andrews li hotêlekê kişandibû û li ser înternetê belav kiribû. Wê peyamnêrê jî li dijî wî zilamî û hotêlê doz vekiribû.

Li gorî BBC, duh pêvajoya darizandinê xilas bû û dadgehê ew zilamê ku dîmen kişandibû, bi 2 sal û nîv cezayê girtinê û hotêl jî bi cezayê 54 milyon dolar mehkûm kir.

Wî zilamê k dîmenên rût ên wê peyamnêrê kişandibû, di dadgehê de li sûcê xwe mukir hatibû û gotibû, min dixwast wan dîmenan bifroşim û pê pere qezenc bikim lê dema ti malper û televîzyonekê ji min nekirrî min li ser înternetê belav kir.

Ew bûyer li bajarê Nashvîlle, ku navenda eyaleta Tennessee ye, qewimîbû.

Rudaw
Top