Fenomenê Vine ya Kurdî Abdullah Koçal roj bi roj navdartir dibe
Henekên ‘embesîlyusê qadrolî, ‘em eskerê Xidirê Omerî na!’, ‘serok Koçalan’ û gelekê din, yekem car ji devê wî hat bihîstin. Koçal, di warê vine (kurtevîdeo) de rengên kurdî pêşkêşî şopînerên xwe dike.
Abdullah Koçal niha bi sînemavaniyê ve mijûl e lê pêkenoktirîn dîmenên jiyana xwe li ser hesaba xwe ya Facebookê bi heval û hogirên xwe re parve dike. Koçal, bi kurdiya xwe ya xemilandî, henekên ji dil, simbêlê qeytan û xwîngermiya xwe karî di demeke kurt li ser malperên civakî bibe fenomen. Sînemavanê 28 salî Koçal, li ser malperên civakî ji aliyê bi sedan kesî ve tê şopandin.
Ancax gava kurtevîdeoyên wî werin temaşekirin dikare bê famkirin, ku ka çima ew qas tê ecibandin. Kesên vîdeoyên wî temaşe dikin, bi tîqetîqa xwe nikarin û ji bo kurtevîdeoyeke nû bendewar dibin.
Koçal di heman demê de bi karê wergeriyê re mijûl dibe ku heta niha ‘Bîranînên Osman Sebrî û du romanên Şener Ozmen bo zimanê tirkî wergerandiye. Koçal, di warê çêkirina Vine ya kurdî de wekî pêşeng tê zanîn ku sedema çêkirina wan wisa diyar dike:
“Ji bo xizmeta zimanê Kurdî ye. Niha li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyoneke dijwar heye. Nemaze jî li warê min, Semsûrê. Divê ez zimanê dayîkê ji pêş çavên mirovan kêm nekim, bila her dem vî zimanî bibînin da ku ji wan re nebe tiştekî derasayî. Ango normalîzasyon… Kompleks bi însanan re çê bûye, şerm dikin bi Kurdî bipeyvin. Dixwazim wê şermê biqedînim. Ji bo vê jî dîmen ango dîtbarî, henek û yarî riya herî hêsan e. Vine jî formata teknolojiya îro ye û pirr lê tê”
Kurtevîdeo çima kurt in?
“Hin şopîner gilî dikin, dibêjin çima video ew qas kurt in. Heyra format ew e, em li gorî instagramê dikşînin, ew jî 15 saniye ne. Jixwe videoyên dirêj, heger pirr baş nebin, merivan aciz dikin. Sebra însanan ji dîmenên dirêj re nayê êdî, divê mîna fast-foodê be her tişt. Ruhê vê serdemê, “zû” ye; em jî li gorî wî ruhî radibin, rûdinin.”
Keçikên kurd şerm dikin
Sînemavan Koçal destnîşan kir kurtevîdeo bi pêkenoktirîn henekê rojane û bi alîkariya hevalan tê çêkirin û li ser başdarbûna keçên kurd jî wiha got,
“Keçikên me Kurdan şerm dikin têkevin videoyan, ji malbatên xwe ditirsin. Wê çaxê em bi mecbûrî senaryoyê diguherin…”
Ez naxwazim qadrolî bibim
“Bavê min her dem şîreta kadrotîbûnê li min dike. Tiştekî ku qet naxwazim… Ew qas ku dibêje, êdî ez henekan bi gotina wî dikim. Bibe kadro… Em dibînin, bêyî xwarin û –haşa- rîtinê çi dikin merivên kadroyî! Rexneyên ku ji ber bavê min dest pê kirin bi kurtevîdeoyên me belav bûn… Herî zêde li kêfa wan feqîrên tê, yên ku ji bo ezmûna memurtiyê dişixulin…”
Koçal di dawiya axavtina xwe de li ser cemawerîbûna (populterî) simbêlê xwe û yê Fehîm Işik wiha got: “Helbet ê Fehim Işık cemawerîtir e… Hêj ez tunebûm simbêlên Şêx Fehîm hebûn. Lê ez dixwazim simbêlên min jî wekî yên wî bibin (ken).”
Hezkirina hogiran li ser kurtevîdoyên Koçal dikare bi hejmara şirove û parvekirinê bê dîtin ku di rojên pêş de navê wî yê gelek caran dê were bihîstin.
Portre / Abdullah Koçal (Evdî Hesqera)
Di 1988an de li Kolika Semsûrê jidayîk bû. Di 17 saliya xwe de li bajarê Samsunê dest bi zanîngehê kir. Ji ber êrişên li Kurdan, piştî salekê vegeriya Semsûrê. Lîsansa Ziman û Edebiyata Tirkî û mastera wê qedand. Bi dereceyeke baş ket Kurdolojiya Mêrdînê lê nebir serî. Dersên senaryo û sînemayê wergirtin. Bîranînên Osman Sebrî û du romanên Şener Özmen bo Tirkî wergerand. Dublajê dike, helbestan bi deng dixe û belgefîlman dikişîne.