• Sunday, 30 June 2024
logo

Di nav dewlemendtirîn kesên Tirkiyê de kurdek jî heye

Gulan Media February 29, 2016 Corane
Di nav dewlemendtirîn kesên Tirkiyê de kurdek jî heye
Kovara Aboriyê Forbes a cîhanî 100 kesayetên herî dewlemend ên Tirkiyê diyar kir û di nav wan 100 kesayetan de karsazê kurd Hamdî Ulukaya jî heye.

Kovara Forbes, navê 100 kesên herî dewlemend ên Tirkiyê eşkere kir û li gor wê, dewlementirîn kesê Tirkiyê bi serweta xwe ya 2.9 milyar dolar, Murat Ulker e.

Dewlementirîn kesê Tirkiyê wek sala derbasbûyî Murat Ulker e, lê sermiyanê wî ji 4.4 mîlyar dolaran daketiye 2.9 mîlyaran.

Husnu Ozyegîn bi 2.6 mîlyaran bû duyemîn, Ferîd Şahenk jî bi 2.4 mîlyar dolaran bû sêyemîn.

Karsazê kurd ê li Amerîkayê dijî Hamdî Ulukaya jî bi 1.9 milyar dolar bû dehemîn.

Deh kesayetên sereke ev in?

Murat Ulker (2,9 milyar dolar)

Husnu Ozyegin (2,6 milyar dolar)

Ferit Şahenk (2,5 milyar dolar)

Semahat Sevim Arsel (2,4 milyar dolar)

Mustafa Rahmi Koç (2,2 milyar dolar)

Şarik Tara (2,2 milyar dolar)

Erman Ilıcak (2,1 milyar dolar)

Mustafa Kuçuk (2 milyar dolar)

Suna Kıraç (2 milyar dolar)

Hamdî Ulukaya (1,9 milyar dolar)

Rudaw
Top