• Sunday, 30 June 2024
logo

Ji hêrsa hevalê xwe bezê xwe kişand û kir sabûn!

Gulan Media January 25, 2016 Corane
Ji hêrsa hevalê xwe bezê xwe kişand û kir sabûn!
Li Çînê, keçikekê ji hêrsa hevalê xwe bezê (dohn) xwe kişand û kir sabûn!

Çend roj berê li Çînê tiştekî sosret çêbû. Keçikekê li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek belav kir û got, min bezê xwe kişand û kir sabûn ji dayîka xwe re wek diyarî şand!

Wê keçka çînî di peyama xwe de sedema vê yekê jî eşkere kir û got, çendekî beriya niha hevalê min (xoştiviyê wê) qelewbûna min kir hêcet û ez terikandim. Ez jî çûm nexweşxanê û min bezê xwe kişand û kir sabûn.

Vê bûyera sosret dengek mezin di cîhanê de vedaye û ew dengvedan heta niha jî didome.

Rudaw
Top