• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Efrînê ji jinekê 4 cêwî

Gulan Media January 8, 2016 Corane
Li Efrînê ji jinekê 4 cêwî

Li nexweşxaneya Avrîn ya bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê jinek penaber ku, ji bajarokê Um Huş, yê ku, niha dibin kontrola DAIŞê de ye, koçberî Efrînê bibû, çar zarok di yek bûnê de anîn, du kur û du keç.

Li gorî Nûjdarên nexweşxaneya Avrîn, hinek metirsî li ser jiyana zarokan û diya wan heye, jiber ku derfetên tendirustiyê li Efrînê kêmin, bi taybet piştî dorpêçkirina wê ya vê dawiyê ji aliyê girûpên islamî, derman gelekî li Efrînê kêmbûne û hin cûreyên derman nemane.

Jina bi navê Yasmîn El-Mehmûd, piştî metirsiyên giran û astangiyên penaberiyê, ew heyrî mane, tevî şahiya malbatê bi hatina van cêwiyan, lê li aliyek din, jiber rewşa aborî, xemgînin, jiber ku nikarin xaniyekî kirê bikin, dîsan xizmeta çar zarokan ji malbetek penaber re pir dijwar e.

Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn, bang li dezgehên xêrxwaz kir ku, xwedî li cêwiyên malbata penaber derkevin.

Hêjayî gotinê ye, tevî rewşa baş ya zarokan û diya wan, lê hîn metirsî li ser jiyana wan heye, ger çareseriya xizmeta zarokan û malbatê neyê dîtin.

Basnews
Top