Fetvaya nû ya îslamî: Seksa bi zorê guneye
![Fetvaya nû ya îslamî: Seksa bi zorê guneye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/182861Image1.jpg )
Miftiyê Tûnisê Hemed Seîd hişyariya da, ku bila ti kes bi zorê pêwendiyê seksê neke.
Hemed Seîd diyar kir ku li gor ola îslamê divê di navbera jin û mêran de hezkirin û rêz hebe.
Seîd wiha got: “Wekhevî di navbera jinûmêran de şert e. Ola îslamê seksa bi zorê qedexe kiriye.”
Herwiha Seîd anî ziman mafê mêran nîne bêrazibûna hevjîna pêwendiyên seksê bike û razibûna beramberî pêwîst e.
Miftiyê Tûnisê amaje kir ku hezkirina di navbera jin û mêran de weke îbadetan girîng e.
Rudaw