• Sunday, 30 June 2024
logo

Modela salê hat hilbijartin

Gulan Media December 28, 2015 Corane
Modela salê hat hilbijartin
Encama dengdana bo “Modela Salê” ku ji aliyê Pisporên modayê û Malpera Models.com bo dengdanê hatibûn pêşkêşkirin, diyar bû. Li gorî encama dengdanê modela 22 salî ya bi navê Anna Ewers weke Modela Salê hat hilbijartina.

Anna Ewers a 1,75 cm dirêj di dengdanê de ji modelên navdar ên wek Gigî Hadid û Kendall Jenner zêdetir bi deng stand û bû modela salê.

Modela bedew û ciwan Anna Luise Ewers di 14ê Mijdara 1993an de li Almanyayê jidayîk bûye.

Herî ewil modavanê bi navê Alexander Wang Ewers hat keşfkirin û îsal ser 9 bergên kovaran wêneyê wê cih girtiye.

Rudaw
Top