• Sunday, 30 June 2024
logo

Gef li şaciwana Îraqê xwarin

Gulan Media December 23, 2015 Corane
Gef li şaciwana Îraqê xwarin

Piştî ku taca şaciwaniyê danî ser serê xwe, rêxistina terorîstî ya DAIŞ bi rêya pêwendiyekî telefonî gefa sebîkirinê û cîhada nîkahê li şaciwana Îraqê xwar.

Li gor zanyariyên (Ray Yewm) piştî çend demjimêrekê ji destnîşankirina şaciwana Îraqê ya sala 2015 pêwendiyekî telefonî ji hejmareke nenas ve bi keça xwendekar a bajarê Kerkûkê (Şeyma Qasim) ve hate kirinê û daxwaz jê hate kirin ku ji bo cîhada nîkahê pêwendî bi DAIŞ ve bike yan jî ewê bê sebî kirinê.

Her li gor zanyariyan şaciwana Îraqî ya Kurd tu giringiyek nedaye pêwendiya telefonî û gotiye: Serkeftina min nameyekî mirovatiye û ew hewl dide vê nameyê bighîne cîhanê.

Şeva şemiya borî Şeyma Qasim di pêşbirkekê de ku 9 keçan têde beşdarî kiribû, bi şaciwana Îraqê bo sala 2015 hate hilbijartin . Yekem pêşbirka şaciwaniyê di sala 1972`an li Bexdadê ji aliyê pêşbirka şaciwaniya navdewletî hate naskirinê.

Xendan
Top