• Sunday, 30 June 2024
logo

Şaciwana Iraqê bû keçek kurd

Gulan Media December 20, 2015 Corane
Şaciwana Iraqê bû keçek kurd
Di pêşbirka şaciwaniya Iraqê de keça kurd a bi navê Şeyma Qasim a 20 salî wek qraliçeya Iraqê hat hilbijartin.

Dezgeha Kulturê ya Medayê piştî 43 salan îşev “Pêşbirka Şaciwaniya Iraqê” weke fermî bi rê ve bir.

Di Pêşbirka Şaciwaniya Iraqê de keça kurd a ji bajarê Kerkûkê Şeyma Qasim serkeft û wek qraliçeya Iraqê hat hilbijartin.

Şeyma Qasim di Zanîngeha Kerkûkê de xwendevana beşa aboriyê ye.

Herî dawî Pêşbirka Şaciwaniya Iraqê weke fermî di sala 1972an de hatibû li dar xistin.

Beriya destpêkirina amadekariyên merasîmê, gefek mezin li ser kesên bi vî karî rabibûn, hebû.

Cara dawî ku keçeke Iraqê di hevrikiya şaciwana cîhanê de beşdar bûbe, sala 1972an bû. Wê demê Wîcdan Burhanedîn Suleyman bi navê Bexdadê di hehrêkiyekê de beşdar bû.

Rudaw
Top