• Friday, 26 July 2024
logo

Bi perê sendewîçekê seksê dikin!

Gulan Media November 28, 2015 Corane
Bi perê sendewîçekê seksê dikin!
Li gorî lêkolînekê jinên genc ên yûnanî ji ber rewşa aboriyê wî welatî bi pereyê sandewîçekî seksê dikin.

Profesorê Civaknasîyê Gregory Lexos û tîma wî yê Zanîngeha Panteionê li paytexta Yûnanê bajarê Atînayê li ser 17 hezar karkerên seksê lêkolîneke berfireh pêk anîn.

Li gor wê lêkolînê hejmara jinên genc ên yûnanî di nav sektora seksê de ji jinên welatên rojhilatê Ewropayê gellek zêdetir e.

Di lêkolînê de hat dîtin ku jinên yûnanî li gor jinên welatên ewropî daxwaza pereyên herî kêm dikin.



Laxosê ji The Timesê re got, 'Hin jin ji bo zikê xwe têr bikin bi tenê ji bo pereyê kêyka penirî an sandewîçê seksê dikin.'

Rêjeya laşfiroşiyê ji bo nîv saetê ji 50 euroyîî daketiye heya 2 euroyî.

Li gor lêkolînê, zêdetirîn jinên ku tevlî karê laşfiroşiyê dibin temanê wan di navbera 17-20 saliyê de ne.


Rudaw
Top