• Friday, 26 July 2024
logo

Lîsteya jinên bi bandor li ser asta cîhanê eşkere bû

Gulan Media November 19, 2015 Corane
Lîsteya jinên bi bandor li ser asta cîhanê eşkere bû

Bo sala sêyemîn BBC lîsteke navên jinên cîhanê yên herî xwedî bandor di hemû waran de belav kir.

Di lîsteya îsal de, ektor Hilary Swank û modela Sûdanî Alek Wek cîh digirin. Herweha, navên 30 jinên xwedî kar ku temenê wan ji 30 salî kêmtir e hene, û hinek jinên dahêner jî têde ne ku temenê wan ji 80 saliyê zêdetir e.

Di lîsteya îsal de, hejmareke perestiyaran ku li eniyên şer rola xwe dîtine hene. Dîsan hinek derhênerên keç ên ciwan hene ku bi erka dokumenterkirina civaka xwe rabûne. Jin û keçên pêşeng di warên zanist, siyaset, fêrkariyê û hunerê de jî hebûna ku nave wan di lîsteyê de heye.

Çalakvana Arjentînî Estila De Carlono yek ji wan jina ye. Di warê kar de Antonia Albert a Elmanî ku yek e ji damezrênerên kompanyayeke bazirganîkirinê bi rêya internetê. Albert yek ji xwediyê mezintirîn bawerî bixwebûn dinav jinên cîhanê de tê hejmartin.

Lîsta 100 jin û keçên xwedî dahênan û afrêner ya îsal hejmareke din ya navan li xwe digire ku ji dever û welatên cuda cuda yên cîhanê ne û karîne bi şiyan û çalakiyên xwe, şûna tiliyên xwe di dîrokê de bi hêlin.

K24
Top