• Friday, 26 July 2024
logo

Li Îranê tiştekî sosret – Jinek bû sefîr!

Gulan Media October 29, 2015 Corane
Li Îranê tiştekî sosret – Jinek bû sefîr!
Piştî 37 salan li Îranê, tabûyek şikest û jinek bû sefîra wî welatî li welatekî biyanî.

Li Îranê tiştekî sosret qewimî. Piştî 37 salan jinek bû sefîr. Berdevka niha ya Wezareta Derve ya Îranê Merziye Efxem wek sefîra wî welatî li Maleziyayê hat destnîşankirin.

Li gorî medyaya Îranê, Merziye Efxem ku ji sala 2013ê ve berdevka Wezareta Derve bû, piştî 2 hefteyan dê berê xwe bide Maleziya û wek yekemîn sefîra jin a komara îslamî ya Îranê dest bi kar bibe.

Merziye Efxem, ku temenê wê 53 sal e, ji 20 saliyê de di Wezareta Derve ya Îranê de kar dike. Efxem lîsansa zimanê înglîzî û mastera lêkolînên herêmî standiye.

Hat gotin ku li şûna Efxem dê dîplomatê îranî yê bi navê Sadiq Cabirî Ensarî bibe berdevkê Wezareta Derve. Ensarî niha berpirsê maseya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqê ya Wezareta Derve ye.

Beriya şoreşa îslamî û di serdema rêjîma şah de jî jinek bibû sefîra Îranê li Danîmarkayê. Navê wê, Mêhrengîz Dovletşahî bû. Mêhrengîz sala 2008ê di temenê 91 saliyê de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Rudaw
Top